Serok Barzanî û Zeydî bi rêya telefonê axivîn
RûpelNews - Li gorî daxuyaniyek ji ofîsa çapemeniyê ya Zeydî, îro di navbera Serok Mesûd Barzanî û Elî Falih Zeydî, serokwezîrê erkdar ê ji bo avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatiye erkdarkirin de, axaftinek telefonê pêk hat.
Di axaftinê de hate destnîşankirin ku ji bo lezandina pêvajoya avakirina hikûmetê, divê ragihandin û hevrêziya di navbera hemû aktorên siyasî û neteweyî yên welêt de were xurtkirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Serok Barzanî û Zeydî li ser vîzyona hikûmeta nû nêrînên xwe parve kirine û li hev kirine ku kabîneya ku were avakirin divê bikaribe daxwazên hemû welatiyên li seranserê welêt bicîh bîne.
Ev têkilî di heyamek krîtîk de piştî erkdarkirina Zeydî ji bo avakirina hikûmeta nû pêk hat, pêvajoyek ku bi destûrî bi 30 rojan ve sînordar e.