TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serok Barzanî pêşwaziya hejmareke serokhoz û kesatiyên Îraqê kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 14 îlon 2026 10:26
Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li şandeke rûspî û serokên eşîretên parêzgehên Îraqê kir, ku ji bo sersaxiyê serdana wî kiribû, û di wê hevdîtinê de tekez li ser xurtkirina biratiya kurd û ereban hat kirin û hat diyarikirin ku divê duberekiyên siyasî zirarê negehînin peywendiyên dîrokî yên navbera pêkhateyan.

RûpelNews - Baregayê Barzanî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwazî li hejmareke kesatî, rûspî û serokên eşîret û hozên parêzgehên Îraqê kir.

Baregayê Barzanî da zanîn jî ku şanda mêvan bi merema pêşkêşkirina sersaxiyê serdana Serok Barzanî kiribû û hevxemiya xwe bo koça dawiyê ya Xudêjêrazî Ebdulwahid Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî nîşan dan.

Her di wê civînê de, şanda mêvan rola Serok Barzanî di xurtkirina biratî û pêkvejiyana navbera pêkhateyan de bi giştî û bi taybetî di navbera Kurd û Ereban de bilind nirxand. Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî tekez kir ku divê duberekiyên navbera aliyên siyasî nebin sedema têkçûna peywendiyên navbera pêkhateyên kurd û ereb.

Serok Barzanî dîyar jî kir ku wan parlamenterên xwe spartine ku di erk û karên xwe de bo hemî Îraq û Kurdistanê bê cihêrengî kar bikin," û tekez li ser berdewamiya bizavan ji bo berfirehkirina biratî û peywendiyên navbera kurd û ereban kir. (K24)

Parve bike: