TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê, Irfan Siddiq, kir

📅 15 hezîran 2026 18:32
Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê kir û di hevdîtinekê de pê re peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û herwesa pêvajoya siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî nirxandin.

RûpelNews - Baregayê Barzanî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Îrfan Sidîq kir.

Di wê daxuyaniya de hatiye gotin ku, her du aliyan di wê hevdîtinê de dîtin û nerînên xwe li ser pêşveçûn û guhertinên dawiyê yên deverê li hev guhertin, herwesa bal kişand ser peywendî û hevahengiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federal de û çareserkirina berbest û astengên li pêşiya peywendiyên her du aliyan.

Baregaya Barzanî herwesa eşkere jî kir ku peywendiyên dîrokî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de û pêvajoya siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî mijarên tewerekê din ên wê hevdîtinê bûn.


 

Parve bike: