TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî: Pêsmerge dema mecbûr dimîne Abramsan diruxîne

📅 12 berfanbar 2018 18:27

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê li Duhokê beşdarî bernameya salvegera Serkeftina Lomana ya 12ê Kanûna 1961ê bû.

Serok Barzanî di gotara xwe de bal kişand ser serkeftin û serfiraziyên Pêşmerge û got, “Dema Pêşmerge mecbûr bimîne tankên Abrams jî diruxîne.”

Serok Barzanî serkeftinên Pêşmerge di dîroka Kurdistanê de bilind nirxand û da zanîn, “Hîn jî gef berdewam in. Ligel vê yekê jî şandên ji derve tên, pesnê Pêşmerge didin ku em vê serbilind in. Me ti carî şer nexwestiye, lê dema em mecbûr mane, wekî Destna Lomana ya 1961ê me bi dehan serkeftinên qaremanî bidest xistine.”

Serok Barzanî herwiha em ne zilmê li kesî dikin ne jî zilma kesî qebûl dikin û got, “Heger Pêşmerge neba, em ne li vir bûn. Bi sedan xort bi tivingên xwe li dijî tankên Abrams şer dikin.”

Di berdewamê de Serok Barzanî wiha axivî: “Her jiyan ne jiyan e. Jiyan ew e ku di nav gelê xwe de serbilindî bijî. Yan jî bo miletê xwe xwîn birîjînî. Heke na jiyan ne ew e ku mirov ji bo çend salên jiyanê li hember miletê xwe stûxwar be.”

Parve bike: