Kurdistan
Serok Barzanî: Meha remezanê bibe sedema aramîyê
Serok Mesûd Barzanî, bi destpêka meha remezanê ve di peyamekê de ku belav kir, remezan li hemû Îslamê pîroz kir.
RûpelNews - Serok Mesûd Barzanî li ser malpera fermî ya xwe bi vesîleya destpêka meha remezanê peyamek belav kir.
Serok Barzanî ku bal kişand ser hewaya manewî ya meha remezanê, daxwaz kir ku ev mehê pîroz ji bo Kurdistanê, Îraqê û hemû Misilmanên cîhanê bibe sedema aramî û bereketê.
Serok Barzanî di peyama xwe de ev gotin anî ziman:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi hatina meha pîroz a remezanê re, hemû Misilmanên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê pîroz dikim. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku rojîyên ku digirin, nimêjên ku dikin û duayên wan qebûl bike. Daxwaz dikim ku ev mehê pîroz ji bo hemûyan bibe sedema xêr, bereket û aramîyê.”