TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serok Barzanî: Nabe vîna Kerkukiyan bibe qurbaniya bazarên siyasî

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 16 nîsan 2026 18:49
​​​​​​​Serok Barzanî der barê krîza îdarî ya Kerkûkê de ragihand ew qebûl nakin ku çarenivîsa Kerkûkiyan bibe qurbaniya lîstîkên siyasî û bazarên bi guman.

RûpelNews -  

Serok Mesûd Barzanî bi Konsolê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maxim Rubin re civiya. Di hevdîtînê de rûdanên dawî ên li herêmê û pêwendiyên dualî yên Hewlêr û Moskow hatin axaftin.

Serok Barzanî der barê krîza îdarî ya Kerkukê de hin peyam belav kir, bal kişand ser girîngiya vîna  gêlê Kerkukê û wiha got: "Em di wê baweriyê de ne ku divê Kerkûk bibe bajarek ku nimûneya pêkvejiyan û biratiya pêkhateyan be. PDK her tim piştgirî daye mafên hemî pêkhateyan û gelek caran ji bo pêkhateyan û xelkê din dest ji mafên xwe berdaye û qurbanî bi destkeftiyên xwe daye.

Serok Barzanî ew yek jî tekez kir ku, ew bi tu awayî bi wê yekê re nînin ku bi rêya berdewamkirina sefeqatên gumanbar ên Hotêla Reşîdê lîstik bi îradeya dengdêrên Kerkûkê û çarenivîsa Kerkûkiyan bên kirin.

Serok Barzanî derheqê rûdanên dawî yên li deverê de wiha axivî: “Herêma Kurdistanê tu carî nebûye alîgirê şer û aloziyan û tu pirsgirêk bi rêya şer û hevrikiyên leşkerî nayên çareserkirin, divê hemû pirsgirêk bi rêya danûstandin û dîplomasiyê bên çareserkirin.”

Barzanî qala êrîşên li ser Herêma Kurdistanê jî kir û wiha got: "Mixabin tevî van helwestên me yên zelal, zilmekî zêde li Herêma Kurdistanê hatiye kirin û ji ber êrîşa berfireh a bi mûşek û dronan û hejmareke welatiyên Herêma Kurdistanê şehîd û birîndar bûne.

Konsolê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê Maxim Rubin jî pesna rola Serok Barzanî kir û wiha got: "Rusya girîngiyeke zêde dide pêgeh û bandora Serok Barzanî û hêvîdar e ku pêwendiyên di navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê de zêdetir bi pêş keve."

 

 

 

Parve bike: