TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî: Ji bo pasxistina pêkanîna hikûmetê hincetek nemaye

📅 03 nîsan 2019 12:24

PeyamaKurd - Serok Barzanî di merasîma Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê axivî û diyar kir ku teknolojî çiqas bi pêş bikeve jî, pirtûk dê her hevrêyê herî baş ê mirov bimîne. Barzanî herwiha li ser karesta li Mûsilê jî axivî û destnîşan kir ku xizmetên pêwist nehatine kirin “Piştî nemana DAIŞê, weke pêwîst xizmeta Mûsilê nehatiye kirin.

Çend xalên sereke ji axaftina Serok Barzanî ya li Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê wiha ne:

  • Pêşnageha pirtûkan a Hewlêrê ji bo me cihê şanaziyê ye. Teknolojî çiqas bi pêş bikeve jî, pirtûk dê her hevrêyê herî baş ê mirov bimîne.
  • Piştî nemana DAIŞê, weke pêwîst xizmeta Mûsil'ê nehatiye kirin. Karesata ferîbota li Çemê Dîcleyê li devera Mûsîlê nîşaneya rewşa xirab a rêvebirina vî bajarê rizgarkirî û nemana DAIŞê ye.
  • Tu hincetek ji bo paşxistina pêkanîna hikûmetê nemaye, êdî ji îro şûnde em li bendê namînin û divê bi zûtirîn dem hikûmet li Herêma Kurdistanê bê pêkanîn
  • Bi hebûna Serokwezîr Adil Evdilmehdî derfeteke nû li Iraqê derketiye pêş. Dibe ku ev derfeta dawî be û em hemû alî bi hev re, nabe ku em vê derfetê ji dest bidin. Divê destûr were cîbicîkirin û tavilê hikûmeteke were avakirin.
Parve bike: