TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Serok Barzanî: Her dem bi hêvî û xwedî îradeyeke bihêz bin

📅 20 hezîran 2019 19:42

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro Pêncşemê li nivîsgeha xwe ya Selahaddîn bi Sekreter û Endamên Serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê (PDK-S) ud civiya.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDK-S) di civînê de, bi kurtî behsa rewşa siyasî ya Sûriyê û rewşa welatiyên Kurd û guhertinên dawî kir û siyaset û beşek ji kar û çalakiyên siyasî yên partiya xwe ji bo Serok Barzanî şîrove kir.

Şanda PDKSê spasiya Serok Barzanî kir ku destnîşan kir ku her ji dema destpêkirina qeyrana Sûriyê û hatina DAIŞê û kêşeyên din, Serok Barzanî her dem piştevanê gelê Kurd li Sûriyê bûye û ev jî cihê hêviyeke mezin e ji bo gelê Kurd li Sûriyê.

Serok Barzanî gotarek ji bo amadebûyan pêşkêş kir û ronahî xiste ser rewşa siyasî ya li ser asta navçê û navdewletî û ji bilî derbirîna gûmanên li ser paşaroja gelê Kurd li Sûriyê, şîret û rênîşanderên pêwîst xiste rû.

Herwiha Serok Barzanî spasî li xweragiriya endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriyê (PDK-S) û welatiyên Kurd li Sûriyê kir û daxwaz kir ku herdem bi hêvî û îradeyekî bihêz bimînin.

Parve bike: