Cîhan
Serok Barzanî: Enfal yek ji hovanetirîn û tarîtirîn qonaxên dewleta Iraqê ye di sedsala borî de
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ji bo 34emîn salvegera Komkujiya Enfalê peyamek belav kir.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Tawana Enfalê yek ji hovanetirîn û tarîtirîn qonaxên dewleta Iraqê ye di sedsala borî de. Armanca wê tawanê tinekirin û pişaftina gelê Kurdistanê bû.
Lazim e û erka hikûmeta Iraqê ye qerebûya wê tawana mezin bike ku li dijî gelê Kurdistanê hatiye kirin.