TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serok Barzanî: Enfal, di dilê her kurdekî de birînek kûr e

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 14 nîsan 2026 12:15
Serok Barzanî, derbarê 38emin salvegera karesata Germiyanê de got, "Enfal ders û waneyeke giring e bo nifşên îro û pêşerojê."

RûpelNews - Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 38emîn salvegera karesata Enfala Kurdistanê peyamek weşand û ragihand ku ev tawan "birînek kûr e di dilê her kurdekî de" û divê bibe dersek ji bo dîrokê ku qet neyê ji bîr kirin.

Serok Barzanî diyar kir ku Enfal tawaneke sîstematîk a desthilatdarên berê yên Iraqê bû, ku tê de 182 hezar welatiyên bêguneh tenê ji ber "Kurd"bûna xwe hatin şehîd kirin. Wî bal kişand ser ku kîmyabaran, erebkirin, koçberkirina bi zorê û wêrankirina gundan beşek bûn ji wê plana tunekirina bingehên jiyanê li Kurdistanê.

Naskirina Jinosîdê û daxwaza qerebûyê

Di peyamê de hat tekez kirin ku divê ev tawan li ser asta navneteweyî wekî "Jinosîd" were naskirin û li Iraqê jî garantî hebin ku tawanên wiha dubare nebin. Serok Barzanî careke din dubare kir: "Erkê ser milê dewleta Iraqê ye ku qerebûya Enfala Kurdistanê û wê jinosîda li dijî gelê me pêk hatiye, bike."

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de silavên xwe ji bo giyana pak a şehîdên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê şand û hevxemiya xwe bi malbatên wan ên serbilind re nîşan da.
 

Parve bike: