Serok Barzanî bo konsûlê Rûsyayê: Doza gelê Kurdistanê…
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro pêncşemê (28.03.2019) li Selaheddîn pêşwaziya Konsulê Rûsya li Hewlêrê Oleg Levin kir.
Malpera Fermî ya Serok Barzanî ragihand, di hevdîtinê de Konsulê Rûsya li Hewlêrê silavên Wezîr û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê bi Serok Barzanî gihand û ji bilî tekezkirina li ser peywendiya dîrokiya di navbera herdu aliyan de û rola Barzaniyê Nemir li kûrkirina peywendiya dîrokiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Rûsya, pêgeha Herêma Kurdistanê ji bo welatê xwe bi girîng wesif kir.
Herwiha Serok Barzanî balkişand ser daxwaza Rûsya ya berfirehtirkirina peywendiyên di navbera herdu aliyan de, bi taybetî di warê ûze, enerjî, bînesazî, xwendin û çalakiyên kultûrî.
Konsûlê Rûsyayê yê Hewlêrê rola gelê Kurdistanê di rûbirûbûna teror û tundiyê de bilind nirxand.
‘DAXWAZEKE ZÊDE YA KURDISTANÊ JI PÊŞXISTINA PÊWENDIYAN HEYE’
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Wezîr û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê kir û pêzanînên xwe ji bo helwestên Hikûmeta Rûsya ya li ser doza gelê Kurdistanê û got, peywendiyên gelê Kurdistanê û Rûsya dîrokî ne û li Kurdistanê daxwazeke zêde ji bo pêşxistina wan peywendiyan heye.
‘YEKEM HENGAVA TÊKŞIKANDINA DAIŞÊ BI DESTÊ PÊŞMERGE BÛ’
Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Konsûlê Rûsya di karên wî de xwest û derbarê şerê terorê de dûpat kir ku bi şanaziyê ve yekem hengav ya têkşikandina heybeta DAIŞê li ser destê Pêşmergeyên Kurdistanê bûye.
Li aliyê din rewşa siyasiya navçeyê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê jî mijareke din a vê civînê bûn.