Serok Barzanî pêşwaziyê li balyozê nû yê Vatîkanê li Iraqê kir
RûpelNews - Metran Miroslav Wachowski, herwiha kêfxweşiya xwe anî ziman ji bo çanda jiyana hevpar û hevdû qebûlkirina ku li Herêma Kurdistanê heye û pêkhat xwe bi aramî û ewlehiyê de hîs dikin û jiyana xwe didomînin.
Spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir
Balyozê Vatîkanê spas û rûmeta xwe ji bo piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo avakirina Zanîngeha Katolîkî û Nexweşxaneya Enkawayê û çendîn dibistanên taybet ji bo Xirîstiyanan nîşan da ku bikarin bi zimanê zikmakî bixwînin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, balyozê Vatîkanê behsa serdana dawî ya Serok Mesûd Barzanî ji Vatîkanê û serdana dawî ya Papa Francis, Papayê berê yê Vatîkanê ji Herêma Kurdistanê kir.
Serok Barzanî pîrozbahî lê kir
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî, bi boneya destbikarbûna wî weke balyozê nû yê Vatîkanê, pîrozbahiyê lê kir, di erkê xwe yê nû de jê re hêviya serkeftinê xwest û piştgiriya xwe ya ji bo serxistina erkê wî dubare kir.
Serok Barzanî behsa hevdû qebûlkirina li Kurdistanê kir
Serok Barzanî tekez li ser jiyana hevpar û hevdû qebûlkirina li Herêma Kurdistanê kir, ku bûye çandek û Kurdistanî pê serbilind in, û ragihand ku ew ê her hewlekê bidin da ku ev çand bidome û pêş bikeve.
Serok Barzanî: Pêşmerge ji bo parastina Kurdistaniyan şehîd bûn
Herwiha Serok Barzanî bal kişand li ser qurbaniyên Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de ji bo parastina hemû pêkhateyên olî û neteweyî bê cudahî, û di vê rêyê de hejmareke zêde ya Pêşmergeyan ji bo parastina ax û xelkê herêmê bê cudahî şehîd û birîndar bûn.
Serok Barzanî, spasiya Papa jî kir
Herwiha Serok Barzanî spasiya Papayê pîroz û Hikûmeta Vatîkanê kir ji bo piştgiriya wan a berdewam li Herêma Kurdistanê, û ji bo wê pêşwaziya ku di serdana wan a dawî de ji Vatîkanê lê hate kirin rûmeta xwe anî ziman û hêvî xwest ku Papa yê Vatîkanê di pêşerojê de serdana Iraqê û Herêma Kurdistanê bike.