Serhildana 12ê Adarê: Dîwarê Tirsê li Sûriyê Hilweşand
RûpelNews - Bûyer di dema lîstika futbolê ya di navbera tîma "Cîhad" (ji Qamişlo) û tîma "Fitûwe" (ji Dêrazorê) de dest pê kirin. Rewş ji berê de aloz bû; alîgirên tîma mêvan dirûşmên pesna rêjîma Sedam Husên (ku wê demê nû li Iraqê ketibû) didan û bi provokasyonan sembolên Kurdî dikirin armanc.
Di demeke kurt de bûyer veguherî şerê keviran,lê destwerdana tund a hêzên ewlekariyê yên Sûriyeyê ku rasterast gule li alîgirên Kurd reşandin, bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek welatiyan di hundirê yarîgehê de. Bi vî rengî çirûska xezebê vêket û êdî li derveyî sînorên bajêr belav bû.
Berfirehbûna Qadê: Serhildanek ku Erdnîgariya Kurdî Girt Bin Bandora Xwe
Roja din, di dema oxirkirina şehîdên yarîgehê de, merasîma cinazeyan veguherî xwepêşandaneke siyasî ya mezin ku bi deh hezaran kes tê de beşdar bûn. Xwepêşanderan êrîşî navendên saziyên hikûmetê kirin û peykerê serokê berê yê Sûriyeyê Hafiz el-Esed li navenda bajarê Amûdê anîn xwarê; dîmenek ku wê demê wekî "tabû" û qedexeya herî mezin dihat dîtin.
Serhildan tenê li Qamişlo nema; wekî agirê nav pûşî li bajar û herêmên din ên Kurdî yên wekî Amûda, Dirbêsiyê, Serê Kaniyê, Kobanê û Efrînê belav bû. Her wiha gihîşt taxên Kurdnişîn ên Helebê (Eşrefiye û Şêxmeqsûd) û Şamê (Zorava û Rukin Eldîn).
Zext û Encam: Bihayê Giran ê Azadiyê
Rêjîma Sûriyê rûbirûyî serhildanê bû û li hinek deveran tank û helîkopter bi kar anîn. Raportên mafên mirovan diyar dikin ku di encama rûbirûbûnan de derdora 40 şehîdên Kurd bi guleyên hêzên ewlekariyê ketin. Bi hezaran Kurd hatin girtin ku gelek ji wan di girtîgehan de rastî îşkenceyên hovane hatin, Her wiha bi sedan birîndar hebûn ku nexweşxaneyên meydanî û mal bi wan tijî bibûn.
Aliyên Siyasî: Beriya 2004an ne Wekî Piştî Wê ye
Şirovekarên siyasî Serhildana 12ê Adarê wekî çirûska yekemîn a Şoreşa Sûriyeyê ya sala 2011an dibînin. Vê serhildanê encamên siyasî û manewî yên mezin bi dest xistin, ji wan:
- Şikandina dîwarê tirsê: Kurdan îsbat kir ku rêjîma Sûriyeyê ne "qedereke neguherbar" e.
- Yekîtiya Neteweyî: Serhildanê refên Kurdan li Sûriyeyê li pey daxwazên mafnasî û siyasî yên zelal yekxist.
- Rojeva Navdewletî: Doza Kurdî li Sûriyeyê cara yekem bi awayekî cidî xiste rojeva qadên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan.
- Guhertina Polîtîkayan: Rêjîm neçar ma ku di hinek polîtîkayên xwe de vegere، wekî destpêkirina prosedurên dayîna nasnameyê ji bo kesên jê bêpar (tevî ku cîbicîkirina vê yekê heta sala 2011an dereng ket).
Bîranînek ku Qet Winda Nabe
Îro piştî derbasbûna bîst û du salan, Yarîgeha Qamişlo ya ku bûbû qada komkujiyê, veguherî ye û bûye "Yarîgeha Şehîdên 12ê Adarê". Ev dîrok ji bo Kurdan bûye bîranîneke neteweyî ya salane; têde ne tenê şehîdan bi bîr tînin, lê wê kêliya ku biryar dan daxwaza mafên xwe yên rewa bikin û hebûna xwe ya neteweyî di nav dewleta Sûriyeyê de bidin naskirin, pîroz dikin.
Serhildana 12ê Adarê wekî werçerxaneke bingehîn dimîne ku hişmendiya siyasî ava kir û bû sembola berxwedana li dijî sitemkariyê.