TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Cotkarên Rojava hikûmeta Sûriyê protesto kirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 20 gulan 2026 17:51
Bi dehan cotkar li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê kom bûn û li dijî bihayê genim ê ku herî dawî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatiye diyarkirin, çalakiyek kir.

RûpelNews - Xwenîşandan li navenda bazara Dirbêsiyê bajêr hat lidarxistin.

Cotkaran pankartên ku tê de rexne li bihayê diyarkirî digirin bilind kirin û xwest ku aliyên pêwendîdar ji nû ve li bihayê genim binêrin.

"Biha li gorî kedê pir kêm e"

Cotkaran diyar kir ku ev biha li gorî lêçûnên çandiniyê, ked û şert û mercên dijwar ên jiyanê pir kêm e.

Li seranserê Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên nerazîbûnê hatin kirin.

Cotkar ji hikûmetê dixwazin ku dev ji vê biryara xwe berde û ji nû ve bihayeke guncav destnîşan bike ku ji bo her kîloyekê ne kêmtirî 50-55 sentan be.

Bihayê nû yê genim

Wezareta Aborî û Pîşesaziyê ya Sûriyeyê, roja şemiyê bihayê kirîna genimê hişk (pola yekem) ê ji bo demsala îsal eşkere kir.

Li gorî biryarê, bihayê her toneke genim bi qasî 46 hezar lîreyên nû yên Sûriyeyê hat destnîşankirin.

Bihayê nû, di pergala pereyê kevin de beramberî 4 milyon û 600 hezar lîreyên Sûriyeyê ye.

Li gorî bihayê niha yê dolar (ku derdora 13 hezar û 500 lîreyî ye), her toneke genim dike nêzîkî 341 dolarên Amerîkayî.

Wezareta Aborî û Pîşesaziyê diyar kir ku ev gav ji bo rêkûpêkkirina wergirtina berheman û piştgiriya cotkaran hatiye avêtin. (Çavkanî: Rûdaw)

Parve bike: