TR KU AR
FB X IG
Jiyan

‘Sererkanên Amerîka û Rûsyayê tevgerên li Sûriyê bi hev re kordîne dikin’

📅 19 berfanbar 2019 21:58

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku tevî hemû nakokiyên Amerîka û Rûsyayê di derbarê çarenivîsa Sûriyê û rêveberiya Şamê de jî tevgerên li Sûriyê ji aliyê sererkanên Rûsya û Amerîkayê ve têne kordîne kirin.

Rojnameya Şerq El-Ewset daxuyaniya doh a Wezareta Berevaniya Rûsyayê bibîr xist û da zanîn, "Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê doh ragihand ku serokerkan General Valery Gerasimov bi serokerkanê Amerîkayê Marck Milley re derbarê koordînekirina tevgerên li Sûriyê û ji bo derfetê nedin di navbera her du aliyan de şer derkeve, danûstandin kir.”

Li gorî rojnameyê, ev cara yekemîn e ku her du serokerkan rûbirû li hev dicivin, tevî ku her du di demên berê de çend caran bi rêya telefonê bi hev re axivîne.

Parve bike: