TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Serbazekî pilebilind ê Fransî bi tohmeta sîxurtî bo Rûsyayê kiriye hat girtin

📅 31 tebax 2020 13:03

PeyamaKurd – Li Fransayê, berpirsekî pilebilind ê serbazî yê ku di NATO de mijûlî xizmeta serbazî bûye, bi tohmeta sîxurtî bo Rûsyayê kiriye hat girtin û nuha lêkolîn li ser wî dest pê kirin.

Li gor zanyariyên ji medyaya Fransayê, berpirsekî leşkeri yê Fransa, bi gumana sîxurtî ji Istixbarata Rûsyayê re kiriye, hat girtin.

Efserê Fransî yê tohmeta sîxurtiyê lê tê kirin, di NATOyê de xwedî erkek serbazî bû û li bingeheke NATOyê de, li Îtalyayê xizmet kiriye û di dema bênhvedanê de li Parîsê hatiye girtin.

Wezîra Berevaniya Fransayê Florence Parly ragihand: Tişta ez nuha dikarim piştrast bikim ev e, efserekî pilebilind ji ber binpêkirina mijarên emnî, ji aliyê desthilata dadweriyê ve lêkolîn pê re tê kirin.

Ew efser roja Yekşemê, bi tohmeta xiyaneta niştimanî hat girtin û eger heye bi wê tometê bê dadgehkirin.

Di derbarê mijarê Wezareta Berevaniya Fransayê diyar kir, efserekî Fransa ku li derveyî welat mijûlî xizmeta serbazî bûye, bi sedema hin kiryarên ku renge bibin sedema binpêkirina ciddî ya ewlehiyê, ketiye bin çavdêriyê.

Parve bike: