Aborî
Şer hat taloqkirin, bihayê nefta Brent ket binê 100 dolarî
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar da êrîşa li ser binesaziya enerjiyê ya Îranê 5 rojan paş bixe, bihayê petrola Brent ji sedî 9 daket û bû 96.96 dolar.
RûpelNews - Donald Trump ragihand ku êrîşên plankirî yên li ser santralên elektrîkê û binesaziya Îranê ji bo pênc rojan hatine paşxistin.
Trump li ser hesaba xwe ya medyaya civakî da zanîn ligel Îranê hevdîtineke gelek baş û erênî pek anîne ku pê kêfxweş bû.
Serokê Amerîkayê bal kişand ser girîngiya diyalogê û hewlên çareserkirina kêşeyên dualî ligel Îranê gotûbêj kirine.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin êrîşên Amerîkayê li dijî binesaziya Îranê heta 5 roman hat taloqkirin. Bi vê daxuyaniyê jî bihayê nefta Brent ket bin 10 dolar û bû 96,96 dolar.