Îraqê hinardekirina nefta xwe zêdetir kir
RûpelNews - Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed Xideyir planên zêdekirina hinardekirina petrola Îraqê bi rêya Sûrîyê û bendera Ceyhanê ya Tirkîyê bo zêdetirî yek milyon bermîlî ragihand.
Xideyir di daxuyanîyekê de ji bo Ajansa Nûçeyan a Îraqê (INA) got: “Îraq di vê meha Îlonê de rojane nêzîkî 3 milyon bermîlan hinarde dike û di warê qebareya hilberînê de pabendî asta dîyarkirî ya OPECê ye, di vê demê de hilberîna me ya rojane 4 milyon û 200 hezar bermîlan derbas nake.”
Navborî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Planeke paşerojê heye ku şîyana hinardekirinê bi rêya hêlên borîyan di axa Sûrîyê re û ber bi bendera Ceyhanê ya Tirkîyê ve bê zêdekirin da ku ji milyonek bermîlan zêdetir bibe”.
Xideyir Şemîya borî ragihandibû ku hikûmeta Îraqê plan dike şîyana xwe ya hinardekirinê bigihîne 5 milyon bermîlan di rojê de, ev jî piştî temamkirina hêlên stratejîk ên ber bi Fîşxabûr û Banyasê ve, li kêleka derîyên hinardekirinê yên bi rêya Tengava Hurmuzê.