Tirkiye
Selahedîn Demîrtaş, ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand
Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ku nêzîkî 10 sal in di girtîgeha Edîrneyê de zindanikiriye, ji ber koça dawî ya lîstikvanê navdar Kadîr Înanir, peyameke sersaxiyê weşand.
RûpelNews - Di peyameke ku li ser hesabê xwe yê Xê li gel wêneyekî Înanîr parve kir de, Demîrtaş got: "Bila serê me hemiyan sax be. Cihê wî biheşt be."
Kadîr Înanir 26ê Hezîranê roja Înê di saet 18.05an de li nexweşxaneyeke li Stenbolê, li cihê ku lê dihat dermankirin, çû ser dilovaniya xwe. Înanir ji ber nexweşiya şêrpençeya pişê û têkçûna bêhnstandinê, dihat dermankirin.
Li gorî daxuyaniyeke nexweşxaneyê, wî ji ber têkçûna gelek lebatan wefat kir. Lîstikvanê avdar 77 salî bû. Tê plankirin ku cenazeyê wî piştî merasîmên li Stenbolê li Goristana Ulusê were veşartin.
Hepimizin başı sağ olsun. Mekanı cennet olsun. pic.twitter.com/jNQNb3fjS1
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) June 27, 2026