Trump peyama hevkariyê da Çînê
RûpelNews - Dema ku serdana Serokê Çînê Xi Jinping a bo DYAyê di roja xwe ya duyemîn de berdewam dikir, Trump li ser medyaya civakî derbarê hevdîtina li Qesra Spî de nirxandin kir.
Trump anî ziman ku hevdîtina wî ya bi Xi re ji bo her du welatan gelek bi berhem bû û got: "Min bi Serok Xi re hevdîtineke pir bi berhem ji bo hem DYA û hem jî Çînê pêk anî. Tiştên mezin dê biqewimin."
Di daxuyaniya xwe de, Trump her wiha behsa însiyatîfên aqilê çêkirî kir. Trump diyar kir ku Xi Jinping pêşwazî li bikaranîna termê "superaqil" li şûna "aqilê çêkirî" kiriye û anî ziman ku ev pênase rasttir û girîngtir e.
Trump da zanîn ku ev nêzîkatî di dema hevdîtinê de bi awayekî erênî hatiye pêşwazîkirin.
Îdiayên derbarê alîkariya bo Îranê de jî hatin rojevê
Di vê navberê de, Balyozê DYAyê li Çînê David Perdue ji çapemeniya DYAyê re ragihand ku di hevdîtina navbera Trump û Xi de, mijara piştgiriya Çînê ya ji bo Îranê jî hatiye nîqaşkirin.
Perdue destnîşan kir ku di dema hevdîtinê de, Trump bi awayekî zelal aniye ziman ku alîkariya Çînê ya ji bo Îranê ji bo DYAyê nayê qebûlkirin.