Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê Mustafa Bozbey hate binçavkirin
RûpelNews - Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê yê CHP'ê, Mustafa Bozbey, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Giştî ya Bursayê ve tê birêvebirin de, hat binçavkirin.
Hevjîn, keç û xwişk û birayên Bozbey jî hatin binçavkirin
Hat ragihandin ku hejmara kesên hatine binçavkirin 55 e. Hat eşkerekirin ku di nav kesên hatine binçavkirin de hevjîn, keç, xwişk û birayên Bozbey û hejmareke mezin ji karsazan hene. Li mala Bozbey û avahiya şaredariyê lêgerîn tên kirin.
Serdozgeriya Bursayê derbarê bûyerê de daxuyanyek ragihand
Ofîsa Serdozgeriya Giştî ya Bursayê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya de wiha hat gotin: "Avakirina Rêxistinekê bi Armanca Pêkanîna Sûcekî û Endamtiya Rêxistineke ku ji bo Pêkanîna Sûcekî hatiye Avakirin", "Spîkirina Sermayeyên ku ji Sûc Hatine Bidestxistin", ji bo bi giştî 59 gumanbaran biryarên girtinê hatine derxistin, di nav wan de Şaredarê Bajarê Mezin ê Bursayê Mustafa Bozbey, ku di pozîsyona serokê rêxistinê de ye, û Turgay Erdem, şaredarê berê yê Nilüferê, ku niha di binçavkirinê de ye."
Îro di çarçoveya operasyonên hevdem de, ku navenda wê Bursa bû, li çar parêzgehan, di nav de Stenbol, Balikesîr û Amed jî heye operasyon hatin kirin. Hat ragihandin ku çar kes li derveyî welat in û ji bo wan biryarên girtinê hatine derxistin.
Şaredarê Uşakê jî hatibû girtin
Ji beriya çend rojekê, Şaredarê Uşakê Ozkan Yalim bi tohmetên "avakirina rêxistinekê ji bo mebesta pêkanîna sûcekî", "rîşwetxwarin", "zordestî" û "destwerdana îhaleyê" hate girtin. Şaredarê girtî yê Uşakê, Ozkan Yalim, îdiayên li dijî xwe red kirin. Yalim, ku endamtiya wî ya partiyê hatiye rawestandin, her wiha ji bo lijneya dîsîplînê jî hatiye şandin.