TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Sandiyê Netewên Yekbûyî yê Sûriyê serdana Samê dike

📅 19 gulan 2022 11:45

PeyamaKurd – Şandiyê Netewên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen Şemiya bê serdana Şamê dike û di wê serdanê de, bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re mijara nivîsandina destûra nû ya Sûriyê û gera 8an a civînên taybet bi Komîteya Nivîsandina Destûrê gotûbêj dike.

Li gor hat ragihandin, Geir Pedersen wê li Şamê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê û şanda hikûmeta Sûriyê ya ji bo nivîsandina destûra nû ya wî welatî re bicive.

Herwiha Pederson wê bi Balyozê Rûsyayê yê li Sûriyê re jî bicive û pirsa lidarxistina gera 8an a civînên Komîteya Nivîsandina Destûrê gotûbêj bike. 

Parve bike: