TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Şandeya Îmraliyê: Ji bo Demirtaş yasayek nû ne pêwîst e

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 02 adar 2026 16:54
Endamen Şandayê Îmraliyê ya DEM Partiyê, Pervin Buldan û Mithat Sancar, li Zindana F Tîp a Edirneyê bi Selahattin Demirtaş û Selçuk Mizrakli re hevdîtin kirin.

RûpelNews - Endamen Şandayê Îmraliyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Parti), Pervin Buldan û Mithat Sancar, li Zindana F Tîp a Edirneyê bi Selahattin Demirtaş û Selçuk Mizrakli re hevdîtin kirin.

Hat ragihandin ku hevdîtin di saet 13.30’an de dest pê kir û di 16.30’an de bi dawî bû. Şand piştî hevdîtinê li ber deriyê zindanê daxuyaniya çapemeniyê kir.

Buldan: Pêvajo divê dereng nekeve

Pervin Buldan di daxuyaniya xwe de got ku hevdîtin bi awayekî berfireh derbas bû û pêşketinen rojane hatin nirxandin.

Wê diyar kir ku rewşa tenduristiyê û morale ya Demirtaş û Mizrakli baş e û wan pêvajoyê ji şertên zindanê nêzîk dişopînin.

Buldan got Demirtaş nêzîkî 10 sal in di girtîbûnê de ye û tevî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî girtîbûn dom dike. Wê bal kişand ku divê ev rewş bidawî bibe û azadiya wan hem ji bo edaletê hem jî ji bo pêvajoya siyasî ya heyî girîng e.

Di derbarê nîqaşên li raya giştî de yên têkildarî rêkûpêkên yasayî de, Buldan got ku ji bo berdana Demirtaş yasayêki nû ne hewce ye. Wê diyar kir ku sepandina biryarên heyî yên dadgehê têra xwe ye û divê pêvajo zêdetir neyê derengkirin.

Sancar: Pewisti edalet û pêvajoyê heye

Mithat Sancar diyar kir ku hevdîtin dirêj û bi hûrgulî derbas bû. Wî got ku Selahattin Demirtas û Selçuk Mizrakli amade ne ku di pêvajoya heyî de rola aktîf bigirin û tevkariyê bikin.
Sancar bal kişand ku domandina girtîbûnê dijî yasaye û ev rewş demeke dirêj bûye sedema neadaletiyeke giran. Li gor wî, bidawîkirina vê rewşê tenê meseleyeke ferdî nîne; ev hem hewceya edaletê ye hem jî ji bo pêşveçuna saxlem a pêvajoya siyasî girînge. 

“Baweriya bi yasayê piştgiriyê zêde dike”

Sancar diyar kir ku rastkirina neqanuniyê dê di asta civakî de baweriya bi yasayê xurt bike û ev jî dê piştgiriya ji bo pêvajoya heyî zêde bike.

Wî got ku Demirtaş di şertên azad de dikare beşdariya xwe bi awayekî çalak û bandordar pêşkêş bike. 

Sancar di dawiyê de bal kişand ku armanca wan avakirina aştiyê û çareseriya demokratîk li welêt e.
 

Parve bike: