Tirkiye
Şandeya Îmrali ya DEMê: Nêrînên Ocalanî tên manîpulekirin
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî derbarê "nivîsên hevdîtinê" yên li ser navê Abdullah Ocalan ji aliyê hin dezgehên medyayê ve hatine weşandin, daxuyaniyek da û got: "Ev ne rast in, nêrînên Ocalan tên manîpulekirin, ev yek zirarê dide çareseriyê."
RûpelNews - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî ragihand ku ji bilî gotin û axaftinên endamên malbatê û parêzerên ku ligel Ocalan hevdîtinan dikin baweriya xwe bi nivîsên bi navê Ocalan tên weşandin neynin.
Daxuyaniya ji hêla Şandeya DEM Partiyê de bal tê kişandin ser girîngiya berdewamiya proseya aştiyê û tê gotin di medyayê de li ser navê Ocalan gelek nivîs tên belavkirin ku lê bi tu aliyên pêwendîdar ve nehatine piştrastkirin û belavkirina ev agahiyên xelekt dibe sedema zirardîtina çareserî û diyalogê.