TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Sandên Îtalya û Fransayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir

📅 26 rêbendan 2025 08:21

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku du şandên ji parlamenteran û nûnerên siyasî yên  Fransa û Îtalyayê pêk dihat, serdana Rojavayê Kurdistanê kirin û bi Fermandarên YPG û YPJê yên girêdayî HSDê re hevdîtin kirin.

Şanda Fransî ji parlamenter, serokê Koma Lêkolînên Kurdî, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Sosyalîst, rojnamevanekî Kurd-Fransî, berpirsa Pêwendiyên Nadewletî ya Şaredariya Parîsê, Berpirsa Partiya Sosyalîst a Fransayê û Endamên Konseya Parîsê pêk dihat.

Şanda îtalî jî ji parlamenter, şaredarên du bajaran, Hevserokên Rêxistina UPPê û hejmarek  rojnamevan pêk hat.  

Hate zanîn ku şandên herdu welatên Fransa û Îtaliyayê di hevdîtinên xwe yên bi Fermandarên YPG û YPJê de geşedanên li herêmê û bandora êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayên wê li ser herêmê nîqaş kirin.

Parve bike: