TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Saloxgeriya Tirkiyeyê berpirsekî DAIŞê girt

📅 17 hezîran 2026 12:22
Berpirsê kar û barên medyayê yê Tirkiyeyê yê DAIŞê di operasyona saloxgeriya Tirkiyeyê hat girtin.

RûpelNews - Rêxistina Îstixbarata Neteweyî yê Tirkiyeyê (MÎT) operasyonek li dijî baskê medyayê yê rêxistina terorîst a DAIŞê pêk anî.

Di operasyonê de, Ahmet Kazanci yê ku navên kod "Ebu Ubeyde" û "Ebu Îbrahîm" bi kar dianîn, hate girtin. Hate destnîşankirin ku Kazanci piştî girtina Ozgur Altun ê ku bi navê kod "Ebu Yasir El Turkî" dihat nasîn û berpirsê medyayê yê DAIŞê li Tirkiyeyê bû cihê wî girtibû.

Di encama xebatên îstixbaratî yên MÎTê de hat tespîtkirin ku Kazancı ji Tirkiyeyê çûye herêma Efxanistan-Pakistanê ji bo ku tevlî rêxistinê bibe û li wir di kampan de roleke çalak girtiye ser xwe.

 

Parve bike: