TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsyayê îro li komarên Donetsk û Luhanskê dest bi referandûmê kir

📅 23 îlon 2022 13:09

PeyamaKurd  Rûsyayê îro li komarên Donetsk û Luhansk û navçeyên Kherson û Zaporizhzhia dest bi referandûmê kir.

Di çarçoveya referandûmê de li navçeyên Kherson û Zaporizhzhia pirsa: “Gelo qebûl dikî ku ji Ukraynayê cuda bibin û herêm bibe dewleteke serbixwe û bi Rûsyayê ve were girêdan?” tê kirin.

Rûsya li Donetsk û Luhanskê pirsa: “Gelo qebûl dikî weke pêkhateyeke Federaliya Rûsî, tevlî Rûsyayê bibî?” ji welatiyan dike.

Proseya dengdanê ji îro destpê dike heta 27ê mehê didome û ji ber rewşa ewlehiyê prose mal bi mal tê kirin û tenê roja dawî dê dengder biçin ser sindoqên dengdanê.

Herwiha hat zanîn ku ji bo parastina mafên penaberan jî, li hemû wan deverên ku penaber lê ne, sindoqên dengdanê wê werin danîn.

Parve bike: