TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Rûsyayê hinardekirina sotemeniya balafiran qedexe kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 01 hezîran 2026 10:21
Rûsyayê ragihand ku heta 30ê Mijdarê hinardekirina sotemeniya balafiran qedexe kir.

RûpelNews - Hikûmeta Rûsyayê der barê hinardekirina sotemeniya balafiran de daxuyaniyekê nivîskî belav kir.

Li gor vê daxuyaniyê biryar hat dayîn ku hinardekirina sotemeniy balafiran heta 30ê Mijdarê wate heta 5 mehan hat qedexekirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo rewşeke bi îstîqrar anku seqamgiriya bazara navxwe ev biryar hatiye wergirtin. 

Hat diyarkirin ku hikûmetên berê bi Rûsyayê re ji bo sotemeniyê li hev kirine ji vê qedexeyê mûaf in.

Berê niha hinardekirina benzînê jî heta 1ê Nîsanê hatibû qedexekirin.

 

Parve bike: