TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya xwe amade dike

📅 09 nîsan 2018 08:41

PeyamaKurd-Piştî ku rejîma Beşer Esed li Xûta rojhilat çekên kîmyewî bikaranî, Rûsya jî bi îhtîmala êrîşên fuzeyî an mudaxeleyekî din ji aliyê Amerîka were,halê xwe yê leşkerî li Sûriyê diguhêre.

Sîstema fuzeyên S-400an hatne aktîvkirin. Balafirên Mig-31ku bilind difirin 24 siet li hewa dewriye digerin. Hat ragihandin ku 20 baregehên rejîmê yên girîng di menzîla fuzeyên Amerîka de ne. Li hinek baregehan leşkerên Rûsya hene. Dibe ku Amerîka baregehên ku leşkerên Rûsya lê tine ne, bike hedefa xwe.

Baregehên ku leşkerên Rûsya lê hene, alarma sor bo wan hatiye dayîn. Di halê mudaxeleyak leşkerî ji aliyê Amerîka de, wê li hemberê keştî û balafirên Amerîkayê bertek ji aliyê Rûsya de bê nîşan dan.

Parve bike: