TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Rûsya: NATO amadekariya şerê li dijî Rûsyayê dike

📅 09 tîrmeh 2026 14:12
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova îdia kir ku NATO li dijî Rûsyayê amadekariya pevçûna çekdarî dike.

RûpelNews - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova derbarê Lûtkeya NATOyê ya ku di 7-8ê Tîrmehê de li Enqerê hat lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

"Hemû hevalbendan li Enqereyê peymana dijî Rûsyayê îmze kirin"

Zaharova destnîşan kir ku welatên NATOyê berî her tiştî parastina xwe li dijî Rûsyayê amade dikin û got: "Berî her tiştî, ew plan dikin ku xwe li dijî Rûsyayê biparêzin, ya ku ew careke din wekî gefeke demdirêj ji bo ewlehiya Ewropa-Atlantîk pênase dikin. Hemû hevalbendan li Enqereyê ev yek îmze kirin. Wekî din, di nav van de ew kes jî hebûn ku diyar kiribûn tu nîşanên êrîşeke ku ji aliyê Rûsyayê ve tê amadekirin nîn in."

"Armanca sereke ya NATOyê neguherî"

Zaharova li ser armanca NATOyê wiha axivî:

"Xeta giştî, armanca sereke ya NATOyê neguheri. Ev xat an armanc wiha ne: Giştiyê parzemîna Ewropayê were leşkerkirin, xurtkirina kapasîteyên parastinê, amadekariyên ji bo pevçûna çekdarî ya li dijî Rûsyayê û bê guman alîkariya ji bo Ukraynayê ye."

Zaharova îdia kir ku Ukrayna ji aliyê hin welatên nav NATOyê ve bi mebesta "têkçûneke stratejîk" li Rûsyayê tê bikaranîn.

Li gor gotina Zahorava di lûtkeya li Enqereyê de soz hat dayîn ku îsal 70 milyar euro alîkariya leşkerî ji Ukraynayê re were dayîn û ev alîkarî bo sala 2027an jî dê bidome.

Parve bike: