TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya peymana avakirina santrala nukleerî bi Fasê re tesdîq kir

📅 13 cotmeh 2022 23:55

PeyamaKurd - Rûsya peymana avakirina santrala nukleerî bi Fasê (Mexrib-Moroko) re tesdîq kir. Fas welatekî Afrîkaye ku dikeve ser Buhira Cebelîtariqê. Li gor ragihandina nivîskî ya hukumeta Rûsyayê; peyman di navbera hukumeta Rûsya û Fasê de hatiye îmzekirin û wê enerjiyê bi aştiyane bikarbînin.

Li gor peymanê; wê avakirina santralê bi hevkariya her dû dewletan be. Wê her dû hukumet her weha di seha keşfa çavkaniyên ûranyûmê û dewlemendkirina wê de jî bi hevre xebatên hevbeş bimeşînin. Di peymanê de  pêşdebirina teknolojiya nû û bermayên nukleerî de hevkariyê bikin.

Parve bike: