Rûsyayê hişyarî da: Em dê çekên nukleerî bi kar bînin
RûpelNews - Medvedev li ser hisabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û îhtimala ku Brîtanya û Fransa bombeyên nukleerî bidin Ukraynayê nirxand.
Medvedev, amaje pê kir ku dabînkirina çekên nukleerî ji bo welatekî di şer de dê rewşê bi awayekî bingehîn biguherîne û got:
"Eger ev yek çêbibe, Rûsya dê neçar bimîne ku hemû cureyên çekan, di nav de çekên nukleerî yên nestratejîk jî hene, li dijî hedefên ku li Ukraynayê gefê dixwin, bi kar bîne. Eger pêwîst be, çekên nukleerî dê li dijî welatên dabînker ên ku bi Rûsyayê re di şerê nukleerî de ne jî werin bikaranîn. Divê di vî warî de tu guman nebe. Rûsya xwedî maf e ku bi vî awayî bersivê bide."
Dezgeha Îstixbarata Derve ya Rûsyayê (SVR) îdia kiribû ku Brîtanya û Fransa plan dikin ku bombeyên nukleerî bidin Ukraynayê û ji bo vê armancê dixebitin.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov jî di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re tekez kir ku ev yek pir bi xeter e û ew dê vê mijarê di pêvajoya çareserkirina qeyrana Ukraynayê ya berdewam de li ber çavan bigirin.