Jiyan
Rûsya | Ji koronayê 86 kesan can da û wezîrek din pê ket
PeyamaKurd - Wezîra Çandê ya Rûsyayê Olga Lyubimova bi nexweşiya Covid -19 ket.
Wezareta Çandê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê nexweşiya Lyubimova ya pêketina koronayê ragihand û diyar kir ku rewşa tenduristiya wê ne gelek giran e, ji ber vê yekê li mala xwe dimîne.
Serokwezîrê Rûsya Mihail Misustin, Wezîrê Avadanê Vladimir Yakuşev û cîgirê wî Dmitriy Volkov û hejmarek Parlementerên Dumaya Rûsyayê jî bi nexweşiya Covid -19 ketibûn.
Li gorî amarên dawî hejmara tûşbûyên koronayê li Rûsyayê gihîştiye 165,929 kesan ku îro 6ê Gulanê jî 10 hezar û 559 kes zêde bûne. Herwiha di 24 saetên borî de bi mirina 86 kesan re hejmara miriyên ji koronayê jî gihîştiye 1,537 kesan.