TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya: Emê li beramber cezayên li dijî Moskova bêdeng nemînin

📅 16 adar 2019 22:27

PeyamaKurd - Rûsya got ew dê cezayên ku Amerîka, Canada û Yekîtiya Ewrupayê li ser Moskova sepandibûn bê bersiv nehêle.

Di encama êrîşa Rûsya ya dijî sê gemiyên Ukranî, derbasbûna nîvgirava Qirim û çalakiyên wê yên li rojhilatê Ukranya de, Amerîka,Canada û Yekîtiya Ewrupî biryar da ku cezayan deynin ser Rûsya.

Wezareta xezîneya Amerîka roja Înê di daxuyaniyekê de got cezayên Amerîka “şeş kes û 8 dezgehên Rûsî kirin armanc wek bersiv ji kiryarên dijminahî yên berdewam ên Rûsya re li Ukranya.”

Wezîrê xezîneyê Steven Mnuchin di daxuyaniyê de got:

“Destpêşxeriya hevbeş li gel hevparên me yên Yekîtiya Ewrupî û Canada , pêgiriyên me yên hevbeş li dor sepandina cezayan cîbicî dike, wek bersiv ji hewildanên Kremlin ên paşguhxistina pîvanên navnetewî û têkbirina serwerî û serbixweyî ya Ukranya re.”

Parve bike: