TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya: Em bi Amerîka re di nav kordîneyeke bas de ne

📅 23 sibat 2020 16:02

PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Alexander Grushko ragihand ku nakokiyên wan bi Amerîkayê re bi kordînekirinê wê ji holê rabin destnîşan kir, ev kordîne bi awayekî baş bi rê ve diçe.

Alexander Grushko diyar kir, ji bo rakirina nakokiyên wan bi Amerîkayê re, ew di nava liv û tevgerê de ne û da zanîn ew tevgera li bakur û rojhilatê Sûriyê (Rojava) bi Amerîkayê re kordîne dikin.

Li gorî zanyariyan, lihevkirina li ser kordînasyonê ya Rûsya û Amerîkayê di hevdîtineke li Swîsreyê ya navbera herdu aliyan pêk hatiye.

Ligel hevbûna kordînasyonê jî dah dîsa di navbera dewriyeke Amerîka û Rûsya de nakokî derketin, dema ji riya navdewletî ya M4 vedigeriya navçeya Amûdê ji aliyê dewriyên Rûsî ve hatibû astengkirin.

Parve bike: