Jiyan
Rûsya: Divê kargehên çekên atomî yên Amerîka bên îmhakirin!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, derbarê çekên nukleerî yên Amerîkayê yên li derveyî welat in daxuyanî dan.
Lavrov di civîna Konferansa Bêçekbûnê ya Cenevreyê de got ku divê hemû kargehên çekên atomî yên Amerîkayê ku li derveyî welat hatine bicihkirin werin îmhakirin.
Wezîrê Rûsî mayîna çekên nukleerî yên Amerîkayê li derveyî Amerîkayê wekî dijî Peymana Pêşîgirtina Çekên Nukleerî nirxand û diyar kir, divê ew çekên nukleerî li Washingtonê bên vegerandin û kargehên wan jî bêne îmhakirin.