Îddîa: Rûsya ji Îranê re çekên giran şandin
RûpelNews - Saziya dezgeha ragihandinê ya Amerîkayê NBC News îdia kir ku Rûsyayê balafirên bêmirov (UAV), moşek û gelek teqemeniyan ji Tehranê re şandine da ku alîkariya Îranê bike ji nû ve depoyên xwe yên çekan ava bike.
Li gorî raporeke NBC Newsê ku belge û berpirsekî rojavayî wek çavkanî nîşan da, zêdetirî 20 keştiyên Rûsî ku piraniya wan di bin ambargoyên Amerîka û Ewropayê de ne ji Deryaya Hazarê derbas bûn da ku alavên leşkerî radestî bendera Amirabadê ya li Îranê bikin.
Tê îdiakirin ku di nav kelûpelên ji Rûsyayê hatine şandin de pêkhateyên ku dikarin di hilberîna dron, mûşek û teqemeniyan de werin bikaranîn, her wiha cebilxaneya ji bo çekên sivik jî hebûn.
Li gorî NBC News, keştiyên Rûsî yên ku tê îdiakirin barê leşkerî vediguhêzin, girêdayî şîrketa deryavaniyê MG-FLOT in, ku ev şîrket ji sala 2014an ve di bin cezayên welatên rojavayî de ye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump berê niha ragihandibû ku Putîn jê ra soz daye ku tu alîkariyê nade Îranê.