Jiyan
Rûsya bi fuzeyê li fabrîka xazê xist
PeyamaKurd – Rûsyayê îro bi fuzeyê li fabrika xazê ya li herêma Karkovê ya li bajarê Îzyûmê xist. Parêzgerê Harkovê Oleg Sinegunov ragihand ku bi sedema fuzeyê di fabrîkê de şewat derketiye. Rûsya ji bo zerarê bigihîne avahiyên bingehîn yên Ûkraynayê êrîşên hewayî dide dewamkirin.
Sinegunov di ser hesabê xwe yê medya civakî de mijarê weha ragihand:
“Ji ber êrîşê, şewata mezin di fabrîkê de derket. Ji bo fabrîkê, me tîmên îtfaiyê û tenduristiyê şand deverê. Hem li deverê hinek avahî ji êrîşê zerarê dîtin.”
Nehat ragihandin bê di êrîşê de zerara canî heye an na.