Rûsya bersiva rojnama New York Times ê da
PeyamaKurd- Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Maria Zaharova li ser mijara lêpirsîna di derbarê êrîşên li Sûriyê de got ku heya niha ti zorekî li ser xwe nedîne û bo wan nehatiye kirin. Zaharova got ku di derbarê êrîşên ser nexweşxaneyan de divê lêkolîn bên kirin û sûceka Rûsyayê tine ye.
Zaharova got ku di nûçeya di rojnama New York Times ê hatiye weşandin, dibêje li Sûriyê êrîşên ser nexweşxaneyan bila bên lêpirsîn û gotina ku dibêje zor dane ser Rûsyayê, nakeve çarçoveya rojnamegeriyê.
Zaharova got ku New York Times bi êrîşên bin yên grûbên terorî dikin ser binkeyên sîvîlan, eleqedar nabe û weha got:
“Komîsyona navxwe ji aliyê sekreterê giştî yê Neteweyên Hevgirtî de hatiye avakirin da li sûcdariyê bipirsin ku di 1 ê tebaxê de hatiye avakirin.”