TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya baregehên rêxistinên navdewletî girt

📅 09 nîsan 2022 19:20

PeyamaKurd – Wezareta edaletê ya Rûsyayê bi sedema qanûnan îhlal kirine baregehên rêxistinên navdewletî girt. Li seranserê dinyayê ji biryarê re bertek tên nîşandan. Di nav rêxistinan de Amnesty International û HRW jî hene. Li gor ragihandina wezareta dadê ya Rûsyayê di nav rêxistinan de 15 rêxistin hene û hinek ji wan ev in:

Weqfa Friedrich Ebert, Weqfa Friedrich Naumann, Carnegie Endowment for International Peace û Wspolnota Polska ya Polonyayê hene.

Yekîtiya Awrûpayê di rêya Josef Borrell de bertekê nîşan da û xemgîniya xwe ragihand. Sekreterê giştî yê rêxistina navdewletî yê Efûyê Agnes Callarmard jî berteka xwe weha ragihand:

“ Ji ber rêxistin mafên mirovan diparêzin û ji rayedarên Rûsya re rastiyê dibêjin, hetin cezakirin.”

Parve bike: