TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya bangî balyozê Brîtanya yê li Moskova kir

📅 17 adar 2018 19:29

Wezareta karê derve ya Rûsyayê ragihand ku bangî balyozê Brîtanya yê Moskovayê Laurie Bristow kirine.

Ragihandina wezareta karê derve ya Rûsyayê, weha ye: “Wezareta karê derve bangî balyozê Brîtanyayê kir.”

Li gor texmîna ku têkirin, ajanê Rûsyayê yê berê Sergey Skripal û keça wî ku Brîtanya gotibû Rûsya jehrê daye wan û wan kuştiye, piştî wê, Brîtanya biryara 23 dîplomatên Rûsî dabû ku wan ji Brîtanyayê derxe. Tê texmînkirin ku Rûsya wê bersiva Brîtanyayê ya ku li hemberê derxistina van dîplomatan, bide balyozê Brîtanyayê.

Parve bike: