Rûsyayê gef li Brîtanyayê xwar: Em dê li binesaziyên leşkerî bidin
RûpelNews - Ji ber şerê li Ukraynayê, alozî di navbera Rûsya û Brîtanyayê de zêde dibin. Rêveberiya Moskowê hişyarî da ku heger London piştgiriya leşkerî ji Kîevê re bidomîne, tesîsên leşkerî yên brîtanî dikare bibin hedef.
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova, siyaseta Brîtanyayê ya li hemberî Ukraynayê wekî "dijminane û êrîşkar" bi nav kir û anî ziman ku ev yek dikare bibe sedema "encamên karesatbar".
Zakharovayê diyar kir, "Wekî bersiv ji bo her êrîşeke ku ji aliyê Ukraynayê ve bi çekên brîtanî li dijî axa Rûsyayê were kirin, her tesîs û alavên leşkerî yên brîtanî, çi li nav Ukraynayê çi li derveyî wê, dikarin bibin hedef."
Zakharova her wiha bang li raya giştî ya Brîtanî kir ku encamên siyaseta hikûmeta xwe li ber çavan bigirin, û di heman demê de bang li rêveberiya Londonê kir ku helwesta xwe ya li ser Ukraynayê biguherîne.
Plana mûşekên dûravêj Moskowê hêrs dike
Daxuyaniya Moskowê piştî plana Brîtanyayê ya ji bo piştgiriya Ukraynayê di warê hilberîna mûşekên dûravêj de hat.
Di dema serdana Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham bo Ukraynayê de, hat ragihandin ku dê planên teknîkî yên derbarê hilberîna mûşekên dûravêj ên Scalp de bi rêveberiya Kîevê re bên parvekirin.
Heger plan were cîbicîkirin, ew ê rê veke ku Ukrayna van moşekan bi bikaranîna çavkaniyên xwe hilberîne, ne ku tenê wan hawirde bike.
Lêbelê, Rûsya vê înîsiyatîfê wekî gaveke ku asta tevlêbûna rasterast a Brîtanyayê di şerê li Ukraynayê de zêde dike, dibîne.
Li Brîtanyayê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin
Li gorî raporên di çapemeniya brîtanî de, rêveberiya Londonê her wiha amadekariyên xwe ji ber îhtimala tolhildana rasterast an veşartî ya Rûsyayê zêde kiriye.
Li gorî raporeke di Daily Mailê de, hin şirketên parastinê yên Brîtanî yên ku di hilberîna çekan de cih digirin, tedbîrên ewlehiyê li tesîsên xwe xurt kirine û di heman demê de li dijî êrîşên sîber ên potansiyel tedbîrên zêde girtine.