TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya balyozxaneya Libyayê ji nû ve vedike

📅 03 tîrmeh 2020 16:20

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku wan biryar daye balyozxaneya Libyayê ji nû ve çalak bikin.

Lavrov piştî hevdîtina ligel Serokê Meclîsa Nûneran a Tobrukê ku girêdayî Artêşa Netewî ya Libyayê ye (Hêzên Hefter) ragihand, wan biryar daye xebatên ji bo vekirina balyozxaneya Rûsya ya Libyayê ji nû ve bidin destpêkirin.

Lavrov got ku wê nûnerê Rûsya li Libyayê jî niha Meslehetguzar Camşed Boltayev be ku hevdem nûnertiya Tunisê jî dike.

Parve bike: