Jiyan
'Rûsya amade ye vekisînê bi Amerîka re gotûbêjê bike'
PeyamaKurd - Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşinin ragihand ku Rûsya amade di proseya vekişîna ji Sûriyê de, bi Amerîkayê re danûstandinê bike.
Verşinin di kombûneka rojnamevanî de da xuyakirin ku ji bo bi dawîanîna nakokiyan li Sûriyê, pêwendiyên Moskowê yê baş bi hemû aliyan re hene û bi taybetî ligel Amerîkayê û Rûsya biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê ji nêzîk ve dişopîne.
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsî got, biryara vekişîna hêzên Amerîkî ya ji nişkave hatiye wergirtin, bandor li ser hevkêşeya siyasî û geşedanên dawî kiriye û destnîşan kir, Rûsya amade ye, ji bo proseya vekişînê bi Amerîkayê re gotûbêj bike.