TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Rûsya 62 kanadayiyan xist nav lîsta res

📅 05 tebax 2022 22:58

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê 62 hemwelatiyên Kanadayî xist nav lîsta xwe ya reş. Li gor ragihandina wezaretê; wê 62 hemwelatiyên Kanadayê nikaribin bikevin nav sînorên Rûsyayê. Di daxwuyaniya wezaretê de hat bibîrxistin ku berê Kanada nûnerên dewleta Rûsyayê, rojnamevanan, pisporan û Patrîkê Dêra Ortodoksê Kirill xistibû nav lîsta xwe.

Wezareta karên derve ya Rûsyayê got ku vê biryara wan bersiva lîsta Kanadayiyaye ku Rûsan xistiye nav lîsta xwe. Di daxwuyaniya Rûsya de weha hat gotin:

“Rêvebiriya serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau bi dijminahî tevgeriyaye û wê di pêşde tedbîrên din bên danîn.”

Parve bike: