TR KU AR
FB X IG
Tenduristî

Rovî guhê pisîkên damezrînerê AKPê xwar!

📅 17 nîsan 2020 20:45

PeyamaKurd – Li gorî nivîskarê Rojnameya Sabahê ya nêzî partiya deshilatdar a Tirkiyê AKPê Yavuz Donat, di rojên koronayê de roviyan bi ser mala serokê berê yê Parlamentoya Tirkiyê û damezrînerê AKPê Cemîl Çîçek de girtiye.

Donat dibêje, piştî ku xelkê ji bo xweparastina ji vîrusa koronayê xwe kişand malên xwe rovî daketin bajêr û roviyên ku ketina mala Cemîl Çîçek jî guhên du pisîkên wî xwarin.

Li gorî nivîskarê tirk bûyerê li Enqerê qewimî ye û rovî çawa ku ferq kiriye kesek ji mal dernakeve derve, piştî reşiya şevê ketiye hewşê û êrîşî pisîkan kiriye û gotiye, ev ne henek e rast e.

Parve bike: