Piştî hantavîrusê norovîrus derket: 1700 kes ketin karantînayê
RûpelNews - Li gorî rayedaran, keştiya ku xwediyê wê Ambassador Cruise Line ye, roja Sêşemê gihîşt bendera Bordeauxê ya li rojavayê Fransayê. Hat destnîşankirin ku piraniya rêwiyên li ser keştiyê welatiyên brîtanî an îrlandî bûn.
Rêwiyekî 90 salî jiyana xwe ji dest da
Berpirsên tenduristiyê ragihandin ku rêwiyekî 90 salî jiyana xwe ji dest daye, guman heye ku ji ber norovîrusê bûye û ku nêzîkî 50 kes nîşanên norovîrusê nîşan didin.
Ji Skotlandayê derketibû
Keştiya ku di 6ê Gulanê de ji Giravên Shetlandê yên Skotlandayê derketibû, berî ku bigihîje Bordeauxê, ku cihê wê yê mebestî bû di rêya Spanyayê de, li Belfastê li Îrlandaya Bakur, Liverpoolê li Brîtanya û Brestê li Fransayê rawestiya.
Norovîrus wek vîruseke pir bi lez belavbûyî tê nasîn ku bandorê li ser mîde û rûviyan dike.