Cîhan
Rêvebiriya Trump ji bo operasyona Îranê daxwaza bûdce kir
Rêveberiya Trump, ji bo operasyona dijî Îranê û ji bo hin pêdiviyên lezgîn 88 milyar dolar budçe ji kongreyê daxwaz kir.
RûpelNews - Piştî redkirina sînordarkirina erka Trump li ser kar û barên leşkerî ya ku ji hêla Kongreya Amerîkayê ve hat dayîn, rêvebiriya Trump ji kongreyê daxwaza budceyeke mezin kir.
Rêvebiriya Trump ji bo opersyonên dijî Îranê, ji bo piştgiriya cotkaran, şewba ebola ya li Afrîkayê û her wekî çend bo çend pêdiviyên din 87,6 milyar dolar budce ji kongreyê xwest.
Serokê Ofîsa Budce û Rêvebirî ya Qesra Spî Russel Vought da zanîn para ji zêdeyî 67 milyar dolar ku bo Wezareta Şer hat dabînkirin ji bo lêçûnên operasyonel, kirîna muhîmmatan, bernameya balafirên bê mirov wê werin bikaranîn.
Vought diyar kir di nava vê bûdceyê de rênima û astengkirina çekên nukleer ên Îranê jî cîh digire ku ev jî 672 milyon dolar e.