TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Rêveberiya Xweser 92 kesên malbatên Ozbekî yên DAISê radestî Ozbekistanê kir

📅 30 nîsan 2021 13:58

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser, 92 zarok û jinên Ozbekî yên malbatên DAIŞê, radestî Ozbekistanê kir.

Buroya Têkiliyên Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser, bi kongreyeke çapemeniyê, 68 zarok û 24 jinên Ozbekî radestî nûnerê Wezareta Karûbarên Derve ya Komara Ozbekistan Behremecan Elîyêf kir.

Hikûmeta Ozbekî diyar kir, heta niha bêhtirî 330 kesên ji malbatên DAIŞê, ji Bakur û Rojhilatê Sûrî wergirtine.

Herwiha berî çend rojan jî Rêveberiyê 34 zarokên Rûs ên malbatên DAIŞê radestî Rûsyayê kir.

Parve bike: