TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Rejîma Îranê sê ciwan darve kirin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 19 adar 2026 09:46
Li bajarê Qumê, sê ciwan hatin darve kirin. Li gorî îdîayan, her sê ciwanan di dema çalakiyên protestoyî yên ji ber qeyrna aborî du polîs kuştine.

RûpelNews - Cezayên sê kesan ên ku bi hinceta kuştina du polîsan di dema xwepêşandanên li Îranê de hatibûn mehkûmkirina bi îdamê, hatin cîbicîkirin.

Li gorî daxuyaniyên rayedarên dadwerî yên Îranê û Ajansa Nûçeyan a nîv-fermî Fars, darvekina her sê ciwanan li bajarê Qumê li ber çavê gel hatin cîbicîkirin.

Desthilatdaran îdia kir ku kesên navborî di 8ê Çileya 2026an de di xwepêşandanên li bajêr de polîsên Abbas Esedî û Mihemed Kasimî Hemapur bi çekên tûj kuştine.

Nasnameyên kesên hatine sêdarkirin hatin eşkerekirin

Di daxuyaniyeke Navenda Çapemeniyê ya Dadweriya Îranê de hat ragihandin ku kesên hatine îdamkirin Mehdî Kasimî, Salih Mihemedî û Seîd Dawudî ne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên navborî bi tohmetên "tevlihevkirina nîzamê giştî", "kuştin" û "muharebe", ku tê wateya "şerê li dijî dewletê", bi sêdarkirinê hatibûn mehkûmkirin.

Îdiaya ku wan "li sûcên xwe mikûrhatine"

Rayedaran îdia kirin ku bersûcan di dema darizandinê de li sûcên xwe mikûr hatine û di dubarekirina bûyerê de li cihê bûyerê şirove kirine ku kuştin çawa pêk hatiye.

Parve bike: